Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, şênîyên îşxalker doh êvarê bi tevî hêzên rejima îşxalker êrîş li Tirbeya Yusuf kirin û daxwaz kirin ku li wê derê ayîna talmudîyê tertîp bikin.

Di encama vê êrîşê de berxwedêrên Fîlîstînî jî li ser rêya ku diçe Goristana Yusuf tekelan şewitandin û nehêştin ku wan îşxalkeran herin goristanê, ji ber vê yekê hêzên îşxalker jî bi bombeyên xazan bersiv dan berxwedêran û di encama wê bersivê de pevçûn pêk hat.

Di encama wê pevçûnê de efsereke artêşa rejima îşxalker û 2 şênîyên îşxalker birîndar bûn.

Şênîyan dem bi dem êrîş li vê goristana Yusuf ê ku bi normalî aîdê kesekî yê ku navê wî Şêx Yusufe ye lê ji teref şênîyên îşxalker ve tê gotin ku ew der cihê mezelê Hz. Yusuf e dikin û ayînên xwe tertîp dikin. Wan îddîayên îşxalkeran di dîrokê de jî û ji teref lêkolîneran ve jî tê derewandin lê wan îşxalkeran bi vê beheneyê dixwazin ku li wê derê jî zift bikin û ji xwe re bikin cih. (ÎLKHA)