Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê, li Efxanîstana ku erdhejeke ku di mezinahîya 5,9an de pêk hatibû û gelek kes zirarê dîtibûn de dest bi alîkarîyan kiribûn.
Ekîbên Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê, bi tevî Weqfa Beşaîra ku li welêt fealîyetan dike çûn navçeya Bermalê û li wê derê jî ji kesên ku erdhejê tesîrdar bûne re şîva germ belav kirin.
Rayedarên weqfê derheqê xebatê de axivîn û di axavtina xwe de destnîşan kirin ku ew li Bermalê ji 500 malbatan re şîva germ belav kirine û ji xêrxwazên ku bexşan kirine re jî siparîyan kirin. (ÎLKHA)