Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa ku ji Kastamonûyê diçû Qonyeyê li ser rêya Kastamonû D030-D756yê ji ber rêya ku piştî baranê şimitokî bûbû şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û otobûs qelibî.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil şofêrê otobûsê canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn. Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleyên ‘ewil hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)