Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li bajara Bîrmînghamê teqîneke ku hê sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Di encama teqînê de xanîyeke du qatî xira bû û li derdorê jî hinek xesar pêk hat.

Hat dîyarkirin ku teqîn nêzê 2 kîlometre dûrîtî ve jî hat bihîstandin û ji teref alîkarkirina mirovên derdorê ve keseke giran birîndar ji nav xanî hat derxistin. Di encama teqînê de 3 kesên dinê jî birîndar bûn.

Piştî teqînê ji cihê meseleyê re gelek ekîbên îtfaîye û tenduristî hatin sewqkirin.

Polês, sedema teqînê digere. (ÎLKHA)