Siyonîstên îşxalker danê vê sibehê li herêmên Nablus, Salfit, Tulkarm, Beyt Ummar û Beytlehmê yên Şerîeya Rojava ya dagirkirî di ser malan de girtin.
Dagirkerên ku avêtin ser malan û lêgerîn kirin, di nav de girtiyên berê jî hebûn 14 Filistînî desteser kirin.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê Maatî, siyonîstên îşxalker di Gulana sala 2022`an da li Şerîeya Rojava di êrişên xwe de 10 Filistînî qetil kirin û 603 Filistînî jî desteser kirin.(ÎLKHA)