Li navçeya Çinara Dîyarbekirê brûskê li 6 kesên ku ji bo baran li wan nekeve xwe kiribûn binê darê xist.
Hat destnîşankirin ku li gundê Elwendîya Çinarê 6 kes ji bona ku xwe ji baranê biparêzin kirin binê darê û di wê demê de jî brûskê li wan xist û wan birîndar kir.
Ramazan Basbogayê (20) ku rewşa wî giran e hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Seleheddîn Eyyubî. (ÎLKHA)