Hat destnîşankirin ku di seatên serê sibê de mînîbûsa bi plaqeya 38 TE 668ê li Taxa Sîndelhoyukê ji ber ku hê sebeba wê nayê zanîn ji rê derket û li şerempolê qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê mînîbûsê û 8 karker birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin. Karkerên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)