Li gorî agahîyên ku ji Bahtara ajansa fermî ya xeberan a Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê hatine wergirtin li navçeya Sukkîya girêdayê parêzgeha Kunarê  berf barîya û digel berfê bager rabû. Di encama berf û bagerê de 12 zarok canê xwe ji dest dan û bi dehan heywan jî telef bûn.

Tê diyarkirin li wargeha ku bilindahîya wê 4 hezar metro ye ji doh heta niha metro û nîv berf barîyaye.(ÎLKHA)