Yapiciogluyê ku li çar alîyê welat zîyaretan dike vê carê jî li Tokatêye û zîyaretên xwe berdewam dike. Yapicioglu li vê derê pirsgirêkên dikandaran gohdar kir û bi welatîyan re sohbetê kir.

Yapicioglu di vê zîyaretê de teklîfê vexwarina çay yê ku ji dikandar û welatîyan hat qebûl kir û bi wan re çay vexwar.

Dikandarên Tokatê, ji Yapicioglu re pirsgirêkên aborî, edalet û bêkarîyê gotin û ji Yapicioglu re ji bo xebatên wê daxwazîya serfirazîyê kirin.

Di vê zîyaretê de bi tevî rîspîyên herêmê û temsîlkarên rêxistinên sîvîl re civîneke ku ji çapemenîyê re girtî hat tertîpkirin. (ÎLKHA)