Bûyer doh derdora seat 16.15an de li Taxa Yenîhamamê pêk hat. Tê diyarkirin şer û pevçûn di navbera xwedî û xebatkarên kafeyê û komeke din de pêk hat. Di encama pevçûnê de Remzi Erşahin û Halil Ulutaş li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û 6 kesên bi navê S.B, M. T, M.A, M.A, İ.A. û S.K. birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexwşexanê û kesên bi navê E.E, E.C.E, M.E, F.D û S.K hatin binçavkirin.(ÎLKHA)