Li gorî medyaya Meksîkayê, li ser rêya Queretaro, mînîbusa ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, li kêleka rê li darê qelibî.

Piştî qezayê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gor tespîtên ewil di qezayê da 13 kes mirin, 2 jê giran 8 kes birîndar bûn. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)