Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di seatên sere sibê de li Kuçeya 873yemîna Taxa Febrîqeya li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekir di avahîyeke 12 qatî de şewatek ku sebeba wê nayê zanîn pêk hat.

Hat destnîşankirin ku şewat di mitbexê de pêk hat û ji ber şewatê di 3 malan de jî xesarên meddî pêk hat.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê şewatê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin û 20 kesên ku di avahîyê de asê mabûn hatin xelaskirin. (ÎLKHA)