Li gorî îddîayan di seat 19.00an de li Bûlwara Medîneya Taxa 5 Nîsana navçeya Rezan di navbera 2 komên ku di navbera wan de neyartî hebû de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûnê de zarokeke ku li loqenteyê dixebitî birîndar bû. 3 erebeyên ku parqkirîbûn jî bi gûleyan zirarê dîtin.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê pevçûnê re ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin.

Ji bo kesên şikdar jî bên qefaltin tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)