Hat destnîşankirin ku polêsa Meksîkayê li bajaroka Texcaltîtlana ku girêdayê wîlayeta Meksîkayê ye li dijî çeteyan operasyon tertîp kir. Di encama operasyonê de endamên çeteyan bi çekên giran bersiv dan û pevçûn pêk hat.

Hat dîyarkirin ku 11 endamên çete mirin, 4 kes birîndar bûn û 7 endamên çeteyê jî hatin binçavkirin.

Li gorî îfadeyan di encama pevçûnê de 3 polês jî birîndar bûn. (ÎLKHA)