Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa tûrê ya ku diçû Entelyayê li ser rêya Korkutelî Fethîye ya li alîyê Karamanê qelibî.

Di encama qezayê de ji rêwîyan yek canê xwe ji dest da û bi tevî şofêr 22 kes jî birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re gelek ambûlansan hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)