Hat dîtin ku 3 zarok, li cîwara Hezretî Suleymana ku li Taxa Cewat Paşayê ye, ji bo ku nimêja xwe bikin şalikên xwe derxistin û bi cemaatî dest bi nimêjê kirin, ev xuyang gelek kesan him dilşoşî kir û him jî hatin ecibandin.

Zarokên ku hat fêhmkirin ji bo ku roja Yekşemê wexta xwe derbas bikin hatine cîwara Hezretî Suleyman, ji ber ku negihîştin cemaata mizgeftê di nav xwe de cemaatek çêkirin û bûn tevgerek mîsal.

Zarokên ku bi cemaatî nimêj kirin ji teref mirovên derdorê ve jî bi telefonê hatin qeydkirin.

Ev tevgera ku zarok kirin ji teref welatîyan ve jî hat ecibandin. (ÎLKHA)