Yapiciogluyê ku li çar alîyê welat digere, di vê çarçoveyê de bi xelqê re hevdîtin dike û pirsgirêkên wan gohdar dike.

Di hevdîtina ku ji teref xelqê ve gelek eleqe hat nîşandan de, welatî, ji Yapicioglu re pirsên xwe anîtin ser ziman û daxwazîya alîkarîyên xwe teqdîmê wî kirin.

Yapicioglu di vê hevdîtinê de got ku ew ê bajar bi bajar, navçe bi navçe, bajarok bi bajarok û gund bi gund bigerin û zîyaretan bikin, di van zîyaretan de jî pirsgirêkên wan gohdar dikin.

Ji zîyaretê re Mahmut Îrtemê ji encamên Sazîya Îdareyê yê Giştî, Seyît Ortaç, Înan Sur û Cengîz Kaya, ji endamên Sazîya Îstîşareyê jî Seyîthan Aksoy, Mehmet Şîrîn Çaglayanê Serokê Bajêr yê Mûşê, serokên navçeyan û endamên teşkîlatê jî beşdarî bûn. (ÎLKHA)