Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsek li Taxa Naîplera navçeya Kepsutê li ser rêya Kutehya-Balikesîrê li tankereke şîr ya ku dema ji çarrê derbas dibû qelibî.

Ji teref Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hindir yê Tirkîye ve hat daxuyandin ku di encama qezayê de 6 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Soylu, di daxuyanîya xwe de weha jî got, “Walîyê me yê Balikesîrê û hemû yekeyên me li cihê qezayê ne, di rewşa hişyarîtîyê de ne û rewşê jî teqîb dikin.” (ÎLKHA)