Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li gundê Tîxîpa ku girêdayê navçeya Mutkîyêye di navbera malbatên Umaç û Karataşê de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûnê de Naîf û Meran Karataş li cihê pevçûnê canê xwe ji dest dan, Ozmen Karataş jî giran birîndar bû û hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Bêdlîsê, ew jî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku li derdorê nexweşxane û gund tedbîrên ewlehîyê hat girtin. (ÎLKHA)