Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li bajara Daeguya ku 300 kîlometre li başurê Seula paytext e, di nav navendeke kargehan ya ku 7 qat e de şewatek ku hê sebeba wê nayê zanîn pêk hat.

Hat destnîşankirin ku piştî şewatê ji navenda kargehan re gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama midexeleya îtfaîyeyê de agir hat tefandin lê gelek kes jî ji dûmanê tesîrdar bûn.

Hat dîyarkirin ku 7 kesên ji dûmanê tesîrdar bûne canê xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn.

Polês, derheqê sebeba şewatê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)