Li Fransayê di demên dawî de êrîş û zorîtîyên ku li Misilmanan û mizgeftan zêde dibe, ji bona ku Misilmanan di derdorê mizgeftê te kom nebin û Îslamê belav nekin astengî tê kirin û li mizgeftan jî êrîş tê kirin.

Sala borî di meha Tebaxê de di çarçoveya “qanûna veqetînxwaz” de muameleyên li mizgeftên welatê hat dijwarkirin.

Li welata ku bi destê dewletê neyartîya Îslamê tê kirin, cihên îbadetê Misilmanan tê girtin niha jî kesên ku bexşan li mizgeftan dikin, bi “şikdar, Îslamîtî, terorîst” tên navkirin û hîsabên wan yên bankayê jî tu sebep nayê nîşandan û tên girtin.

Hat destnîşankirin ku li welat 718 komele û mizgeft hatin girtin komele, dibistan û dikanên ku aîdê Misilmanan e ku tabiê venêrînêne jî hêjmarên wan hema hema bûn 25 hezar. (ÎLKHA)