Doh fîyeta warîl a nefta Brentê ji 121,95 dolarî dihat firotan û bi 119, 51 dolarî dawî bûbû. Îro jî bi 120,12 dolarî destpêkir.

Di ‘eynî deqîqeyê de warîla nefta cinsa Teksasa Rojava jî 119,14 dolarî tê firotan. 

Hefteya borî koma OPECê daxuyandibû ku ew ê di mehên tîrmeh û tebaxê de hilberînên xwe 648 hezar warîl zêde bikin. (ÎLKHA)