li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, di seatên êvarê de li bajara Salamancaya Guanajuatoyê kesên bi erebeyê hatin pêşîya dibistaneke û bi çekan êrîş li komeke ku di pêşîya dibistanê de bûn kirin.
Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 2 jê pîrek tev de 6 kes mirin, 5 kesên ku mirin ‘emrê wan di navbera 17-18 salî de bûn û kesê dinê jî 60 salî bû.
Li gorî agahîyan sebeba êrîşê hê nayê zanîn lê polês derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)