Hat destnîşankirin ku şewat di seat 16.30yan de di dikaneke ku çay tê firotan û li Bloka G ya li Sîteya Tevahî ye de pêk hat.

Bi xeberdayîna dikandarên cîran ji cihê şewatê re ekîbên îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Hat dîyarkirin ku di encama şewatê de bi tu kesê tiştek nebû lê zirareke meddî pêk hat.

Tehqîqatên ku ji bona sebeba şewatê bê hînkirin hê jî berdewam dike. (ÎLKHA)