Ji teref rayedarên polês ve hat daxuyandin ku di qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil herî kêm 3 kes mirin, 16 jê giran tev de 60 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku otobana 4 rêya ku li herêma qezayê ye ji ber tirêna du qat ku bi temamî ji rê derket û rê girt hat girtin û ew rê jî ji bona tehlîyekirina birîndaran tê xebitandin.

Sebeba qezayê hê nehat daxuyandin, lê hat dîyarkirin ku rêya tirênê ya ku bi bajara Munîhê re jî girêdaye bi temamî hat girtin. (ÎLKHA)