Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li kuçeya 260emîna Taxa Peyasa navçeya Kayapinarê di navbera du koman de pevçûneke bi çek pêk hat.

Di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûn, bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê pevçûnê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û polês jî derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)