Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li gundê Verîmlîya Qersê di seatên serê sibê de baneke xanî yê ku ji herîyê hatibû avakirin ji ber barîna barana zêde hilweşîya.

Di encama hilweşîna banê de dayîkek û du zarokên wê yên yek 8 salî û yek jî 10 salî ye di bin banê de man û canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku zaroka qîzik a 12 salî jî ji bin banê derket.

Qîzika ku bi birîndar ji binê bana hilweşîya de derket bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)