Rejima îşxalker di seatên serê sibê de êrîş li mala şehîd Zîya Hamarşehî kir.

Îşxalkerên ku di dema êrîşê de bi berxwedaneke mezin hatin pêşîwazkirin û bi bombeyan mala şehîd xira kirin.

Di encama êrîşê de Ahmed Hamarşehîyê bavê şehîd Zîya Hamarşehî jî esîr hat girtin.

Doh êvarê di navbera sîyonîst û Filistînîyan de pevçûn derketibû û di encama wê pevçûnê de jî Bîlal Kabha şehîd bûbû û çend kes jî giran birîndar bûbûn. (ÎLKHA)