1383yemîn salvegera fetihkirina Amedê ya ku di sala 639an de hatibû fetihkirin bi gelek bernameyan hat tertîpkirin.

Yek bernameyek jî ji teref Komeleya Sahabîyan ve li cihê Hezretî Sileyman hat tertîpkirin û bername bi xwendina quranê hat destpêkirin.

Di bernameyê de hunermendên Ajansa Ozlemê îlahîyan xwendin û Omer Çelîkê Serokê Platformê Karwana Şehîdan jî axavtinek kir.

“Dema ku artêşên Îslamê cihek fetih bikin li wê derê pêşketina meddî û menewî esas digrin”

Çelîk di axavtina xwe de dema ku qala fetihê bike pêşî qala cudatîya fetihê û îşxalê kir û li ser wê cudayîyê de jî balan kişand û weha got, “Di armanca Fetihkirinê de ev ayet tê bi bîrkirin ‘Resulê min! Dema ku alîkarîya Xwedê û fetih hat, dema ku te dît mirov qefle bi qefle beşdarê dînê Xweda bûn; wê demê êdî Rebbê xwe bi hemdê tesbîh bike û ji wî efûkirinê daxwaz bike! Çîmkî ew, ew kesê wisaye ku tewbeyan pir zêde qebûl dike’. Ji ber vê yekê dema ku Îslam cihekî fetih bike 2 tiştan dide li ber çavê xwe. Ew ê yekemîn micadele dike ku bila di herbê de heta ku dikare di leşkerên xwe de hêjmarên hindik bên şehîd kirin û bila li wê cihê ku tê fetihkirin jî him di alîyê leşkerîyê him jî di alîyê sîvîlan de mirinên hindik bê bikaranîn. Mixabin dema ku em li dewra Pêxember binhêrin, di dema wî de 17 xazve û 55 serîyye hatibûn kirin yanê bi tevahî 72 herb pêk hatine û di van herban de jî hêjmarên şehîdan di navbera 316 û 330 da ye, hêjmarên mirîyên neyaran jî li derdora hezar û 200 kesan bûn û ev tişt jî ji tiştê ku em dibêjin re delîl e.”

OMER ÇELÎK

Çelîk di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ev ê duyemîn jî ev e ku dema Îslam cihekî fetih bike li wê derê pêşketina meddî û menewî esas digre. Ji ber vê yekêye ku piştî fetihkirina herêmên Şam û Dimeşkê li wê derê di avakirin û pêşketinê de gelek başbû. Rewşa Qudsê ya piştî ku hatîye fetihkirin ji berîya fetihê gelek baştir e. Stenbol jî dema fetihkirinê ji berîya fetihkirinê gelek baştir e ku li wê derê berîya fetihê di nav çend bedenan de bû, lê piştî fetihê li wê derê bû wek bajarek metropolê. Herwiha Dîyarbekir jî piştî fetihê di tîcaretê de, di exlaqê de, di dîrokê de û di sin’etê de gelek pêşve çû.”

“Wan kesên ku hebûna Îslamê qebûl nekirin bi salan îftîrayan avêtin li ser Misilmanan”

Çelîk, di berdewama axavtina xwe de qala wesifandina îşxalê jî kir ku îşxal ‘tehrîpkirina cihekî ye, xirakirin e, dûrxistina ji dîrok û dînê li wê derê ye’ û dû re axavtina xwe weha domand, “Em vê tiştê ji dîroka Xaçperestan û di dewra îro yê ku em dijîn de gelek baş fêhmdikin. Xaçperestan, di nav welatên ku îşxal kirine de pîrek, zilam, zarok û îxtîyar hemû kesan qetilkirin e. Îspanya dema ku ji teref Misilmanan ve hat fetihkirin di nav dewreke tarî de bû û di dema hikimdarîya Îslamê ya ku 400-500 sal hakimîyetê kir de gerek di sin’etê de gerek di edebîyat û felsefeyê de ji hemû Ewrûparyê re rê nîşan dida. Dema ku Endulus ket nav destê Xaçperestan hê ku salekî derbas nebû Misilmanan ji bona ku bi zorê dînê xwe vegerînin wan li çarmixa dixistin.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku li 30 salê dawîn bê nihêrtin ew ê qetlîamên Elmanya, Fransa, Îngilîstan, Emrîqa û Hollande bê dîtin û di axavtina xwe de bal kişand ku di dema îşxala Iraqê de tenê 500 hezar zarok hatin qetilkirin.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de got ku dema ku hê artêşên Îslamê nehatibûn ber derê Dîyarbekir li Dîyarbekir 2 heb hêzên bi qewet hebûn û ew jî Sasanî û Bîzans bû, “Însanên ku hakimiyeta Misilmanan hezm nekirin, cardin ji bona ku xelqên xwe bikin bin emrê Bîzansê û xulamê Bîzansê, xwe ji kiltûra Bîzansê re an jî ji kiltûra Yunanê re xweşik nişan bidin çi ji destê wan bihata kirin e. Xirab nîşandayîna fetihkirina Fatîh Siltan Mehmed yê Stenbolê, tinazkirina bi wî re an jî bi fethê re encama îşxalê ye. Bi anîtina înqilaba herfê di nav şevekî de kiltûr û dîroka bi hezar salan nezan kirin û ciza dan ji wan kesên ku kiltûr û dîroka xwe jîyankirin re jî cizayan dan, mizgeftan kirin axur û van tiştan jî encama îşxalê ye.”

“Dema ku haya me ji dîroke tinebe gelek talûkeyên bi ciddî ew ê di pêşîya me de bin”

Çelîk axavtina xwe weha domand, “Ev tişt ji bona Dîyarbekire jî. Wan kesên ku berîya putperestîyên xwe an jî agirperestîyên xwe kirine fetha Amedê, sehabîyan û pîrozbahîyan li ber çavên xwelqê reş dikin, bi tevî îftîra û viran mirovan dixapînin. Bi wek îftîrayên ku bi heseba ‘Artêşên Ereb ketin nav Dîyarbekir û ji 100 hezaran zêdetir kurd kuştin, porê pîrekan jêkirin û di bazara xulaman de wan firotin, zimanê wan kesên ku erebî xeber nedan jî jêkirin’ mixabin ciwanên me jî bawer kirin.”

Çelîk van îddîayan bi oranên qeyda nifusê derewand û dîyar kir ku bila Misilman bawerî li wan viran û îftîreyan nekin ji bona vê tiştê jî lazim e ku xwedî li dîrokê bê derxistin.

Çelîk di dawîya axavtina xwe de weha got, “Halbûkî îro em li qeyda nifûsa Osmanîyê dinêrin nifûsa Dîyarbekir di sala 1870-1871an de 21 hezar û 850 kes e, li hinek kehnîyên Rojava jî ev hêjmar 40-50 hezar tê nivisandin. Ji nifûsa 21 hezar û 850, 11 hezar û 50 kesên wan Ermenî, Ortodoksa Ermenî, Rûmî, Ortodoksa Rûmî, Sûryanî, kenanî û cihûyî ne. Ev qetlîameke çawaye û ev çawa vegerandina dînê ya bi zorê ye ku hezar û 150 sal piştê fethê jî li bajarê me hêjmarên kesên ku ne Misilmanin ji Misilmanan zêde dibe. Dema ku haya me ji dîroke tinebe gelek talûkeyên bi ciddî ew ê di pêşîya me de bin. An em ê barê Îslamê bidin li ser milên xwe an jî dema ku firset bikeve destê wan ew ê ji me re Endulusê bidin jîyankirin. Di 6-8ê Cotmehê de firsetek hindik ket destê wan û wehşeta ku bi me kirin jî ji Endulusê necudatir e. Wek ku îro jî li hinek herêmên Kurd zarokên Kurdan dikin leşkerê Îngîlîzan û Emrîqayîyan û ji bona wan, wan Kurdan didin kuştin.”

Bername bi xwendina îlahîyan berdewam kir û bi xwendina diayê yê ku Ercan Şenol kir daw, bû. (ÎLKHA)