Kelekê ku ji Makassaraya paytexta wîlayeta Sulawesîya Başur derket rê, roja pêncşemê bin av bû  ku hê jî sebeba wê nayê zanîn.

Ji teref Serokatîya Xelaskirin û Lêgerîna Sulawesîya Başur ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku, di nav kelekê de 43 kes hebûn û hinek kesên wan bi keleka alîkarîyê hatin xelaskirin û dûre hatin birin bajarên Banjarmasîn û Jenepontoyê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku kelek dibe ku ji ber kêmasîya mazot û hewaya xirab bin av bûbe, xebatên lêgerîn û xelaskirina ku ji bona 26 kesên winda bên xelaskirin berdewam dike. (ÎLKHA)