Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di tarîxa 24ê Sibatê û 28ê Gulanê de 30 hezar leşkerên Rus hatin kuştin.

Li gorî daxuyanîyê hat destnîşankirin ku 207 balafir, 174 helîkopter, 1330 tanq, 3 hezar û 258 erebeyên bi zirh, 628 top, 203 heb sîstema parastina hewayê, 13 keleka lez û 503 heb balafirên bêînsan yên Rusyayê hatin îmhekirin.

Herba Rusya-Ukraynayê di roja 94emîn de bi şîddet berdewam dike. (ÎLKHA)