Matteo Saranjeyê Serokê Meclîsê Neteweyî yê Efrîqaya Navîn, daxuyand ku li welat qanûna rakirina cizaya mirinê bi raya hevpar hat qebûlkirin.

Saranje, di berdewama daxuyanîya xwe de got ku qanûn ew ê piştî tesdîqkirina Serokkomar bikeve rewacê.

Li Komarîya Efrîqaya Navîn îdama herî dawîn di tarîxa 1981an de pêk hatibû. Ji welatên Efrîqayê li  Çadê sala 2020an, li Sîerraya Leoneyê jî di sala 2021an de cizaya îdamê hatibû rakirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Komarîya Efrîqaya Navîn ya ku di dinyayê de ji welatên ew ê herî feqîr e de, di sala 2018an heta niha çiqas jî hindik bûbe jî di sala 2013an de di nav welat de herb çêdibe. (ÎLKHA)