Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 21 ACD 708ê di Çarrêya Batîkenta Taxa Elaziga ku li ber pêşîya Leşkergeha Behrê ya General Galîp Denîz e de dema ku ji alîyê çepê de erebeyan bihurê û ji ber ku bi lez bû li refûjê qelibî. Di encama qelibandina refûjê de jî erebe di rê de firîya alîyê dinê û li ser teqsîya bi plaqeya 21 TT 0379 ket.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

2 kesên ku di nav erebeyê de asê mabûn bi alîkarîya ekîban û mirovên derdorê di nav erebeyê de hatin derxistin û du re bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat hînbûn ku rewşa 2 kesan giran e û bi şofêrê teqsîyê jî tiştek nebû.

Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)