Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li La Rîojaya Îspanyayê di tenqa nefta ku li tesîseke hilberîna bîodîzelê de ye teqînek pêk hat. Piştî teqînê şewat derket û li hember belavbûna gaza jehrayî rêzê ewlehîyê hat kişandin.

Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama teqînê de 2 karkerên febrîqeyê canê xwe ji dest dan, 22 karker hatin xelaskirin û 250 zarokên ku li dordorê digerîyan jî bi zorê hatin tehlîyekirin.

Hat ragihandin ku ekîbên îtfaîye şewatê tefandin û polês jî derheqê teqînê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)