Qeza li Umranîyê li ser rêya Şîleyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku karkerên înşaatê vediguhast ji paşve li qamyona ku li kêleka rê sekinîbû qelibî. Di encama qezayê de 2 jê giran tev de 11 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)