Petro Andryushchenkoyê Şêwirmendê Serokê Şaredarî yê Marîupolê daxuyand ku karkerên ku di dema xebata rakirina enqazê de dixebitîyan cesedên 200 kesan dîtin.

Andryushchenko, got ku cesed rizî bûne û bêhneke pîs belavê taxê bûye.

Rayedarên Ukraynayê destnîşan kirin ku ew di nav 90 rojên ku herb berdewam dike de nêzê 30 hezar leşkerên Rusyayê kuştinê, ji 200î zêdetir balafir û helîkopter, bi hezaran tenqên Rus, erebeyên bi zirh û amûrên dinê îmhe kirine. (ÎLKHA)