Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Roja Sêşema 24.5.2022 çekdarên PKKê bi rêya mûşekan êrîşeke tirsonek li dijî bingeheke weşana dezgeha me ya li ser Çiyayê Bêxêr yê di navbera Duhok û Zaxoyê de encam dan, ji ber êrîşê ziyaneke mezin a maddî gihîşte avahî û amûrên bingehê û bû sedema rawestana weşana Radyoya Duhokê û kanala Duhok TV û Radyoya Zaxo û kanala Delal TV û çend radyo û kanalên din, ku bi rêya wê bingehê weşana bername û programên xwe ji bo wê deverê dikin.

Di berdewama daxuyanîyê de êrîşa PKKê hat şermezarkirin û weha hat berdewamkirin, “Tevî ku em vê kiryara tirsonek bi awayê herî tund riswa û şermezar dikin, em radigihînin ku armanckirina bingeha weşanê û kanalên medyayî yên dezgeha me, ji bilî tirs û bizdîna PKKê ji dengên dilêr û wêrek û rastbêjiya ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, wateyeke din nade.”

Daxuyanîya bi qalkirina tirsonekîya PKKê hat domandin, “Hewla nezok a çekdarên PKKê ji bo bêdengkirina dengê heqbêjan û dengê netewî û niştimanî yê medyakar û ragihandinên PDKê, ji bo nixumandina karên xwe yên neyasayî û dagirkeriyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ye, loma bi awayekî tirsonek êrîşî yek ji bingehên herî pêşketî yên weşana Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin, ku ev bingeh ji bilî ku bingeheke weşana medyayê, nîşaneya şaristanî û pêşketina Herêma Kurdistanê ye û ti hincetek ji bo armanckirina wê tune ye.”

Di dawîya daxuyanîya PDKê de weha hat gotin, “Her weke eşkere ye, ev kiryara wan a nerewa jî, nîşaneya têkçûna bername û fikra demborî ya wê taqimê ye, ku xwe dispêrin hemû karên nemirovî û neyasayî ji bo gihîştina meramên xwe yên tawankarî û dagirkarî.

Em careke din vê kiryarê riswa û şermezar dikin û ji çekdarên PKKê daxwaz dikin ku dest ji Herêma Kurdistanê berdin û êdî nebin sedema gef û neseqamgîriyê.” (ÎLKHA)