Wezareta Tenduristî ya Filistînê daxuyand ku Gays Refîkê Filistînî yê 16 salî li bajara Nablusa Şerîaya Rojava, di encama êrîşên leşkerên rejima îşxalker de şehîd bû.
Rêxistina Hîva Sor a Filistînê jî daxuyand ku di encama hedîseyên li Nablusê de jî 100 kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di encama hedîseyan de herî kêm 19 kes bi guleyên rejima îşxalker birîndar bûn. (ÎLKHA)