Reîsî di axavtina xwe de îma kir ku suîqast ji teref “ajanên xerîb” ve hat tertîpkirin û weha got, “Heyfa şehîdê me mitleq e. Bêşek, tehqîqat di vê sûcê de, ew ê pêçîya quretîya kûrewî ( welatên ku ji teref hikumeta Îranê ve dijmin tên hesibandin) ku di vê meseleyê de ye bê derxistin.”

Saîd Katîbzadeyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê li ser Emrîqa û mittefîqên wê weha got ku Serhengê Xudayî ji teref “ajanên terorîst” yên ku “dijminên serî” yên Îranê ve hatîye kuştin.

Tê destnîşankirin ku ev suîqast, piştî kuştin Muhsîn Fahrîzadeyê îxlala herî mezin ya ewlehîyê nîşan dide. (ÎLKHA)