Li gorî xebera ajansa xebera fermî ya Îranê ku ew jî xwebera xwe dispêre daxuyanîya Artêşa Mihefizên Dewrîmê, Amîrhêz Seyyad Hudayî li Tehrana paytext di dema ku biçe mala xwe de ji teref du kesên ku bi tevî motorê bûn ve hat êrîşkirin.

Hat îfadekirin ku 5 gule hatine avêtin û ji wan 5 guleyan jî hinek li serê Hudayî ket û ew li cihê meseleyê canê xwe ji dest da.

Hat dîyarkirin ku Hudayî, bi “Parêzkarê Tirbeya Pîroz” dihat naskirin.

Hê nayê zanîn ku êrîşê kê kirîye û ji bona ku wan kesan jî bên qefaltin xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)