Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 21 ABU 342 di seat 18.30yan de li ser rêya Cedeya 390emîn a Mewlana Xalîd li Ş.O. ya ku ji bazarê vedigerîya qelibî.

Hat destnîşankirin pîrek di encama qezayê de birîndar bû û bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên polês û tenduristî hat sewqkirin. Ekîbên tenduristîyê ku li cihê qezayê midexeleya ‘Ewil li pîreka birîndar kirin wê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewleta Seleheddîn Eyyûbîyê.

Hat îfadekirin ku rewşa birîndar baş e û polês jî derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)