Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kir ku navenda erdheja ku lerzaya wê 6,9an bû û li Okyanûsa Pasîfîkê ku bi qasî 1062 kîlometreyan li başûrê rojavayê bendera Bluffê ya li peravên başûrê Girava Başûr a Zelanda Nû ye pêk hat.
Piştî erdheja ku 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat re, hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Heta niha ti ziyanên canî û madî nehatine ragihandin. (ÎLKHA)