Tê îddîakirin eqrebeyên ku di navbera wan de dijmintî hebûye, li gundê Taşliya navçeya Oguzelîyê  ji ber berberîya ‘erdan bi hevdû re gelemşe kirine.

Di encama gelemşeyê de çek hatin derxistin û pevçûn pêk hat û di encama pevçûnê de Omer K., M.K., Ahmet K. û kesekê dinê yê ku navê wê nayê zanîn birîndar bûn.

Ji teref kesên ku pevçûnê dîtin ve xeber hat dayîn û ji cihê pevçûnê re ekîbên 112 û cenderme hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê ku hatin cihê pevçûnê destnîşan kirin ku Omer K. canê xwe ji dest daye.

M.K. û Ahmet K. jî giran birîndar bûn û hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Oguzelîyê.

Hat dîyarkirin ku ji birîndaran Ahmet K. jî li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da. Hat hînbûn ku rewşa M.K. û birîndarê dinê jî giran in.

Cenderme derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)