Lijneya HUDA PARê, ji teref Remzî Çayirê Serokê Giştî yê Partîya Rêya Millî û alîkarên serokê giştî ve hatin pêşwazîkirin.

Çayir ji zîyaretê kêfxweş bû û sipasîyên xwe ji Yapicioglu û lijneyê wî re da û daxwazîya serfirazîyê kir.

Hevdîtin nêzê seatek derbas bû û dû re ji çapemenîyê re daxuyanîyê hat dayîn.

Remzî Çayir di daxuyanîyê de weha axivî, “Dema ku partîyan bi hevdû re hevdîtinê dikaribin bikin dikaribin dîyalogê bikin, dema ku dikaribin fikrên xwe bi hevdû re bibêjin û ji bo vê welatê, ji bo pêşedema milletê û kêfxweşîya mirovatîyê ew ê bi feyde bibe. Ew ê di vê pêvajoyê de hevdîtinên ewakî bên tertîpkirin. Me got ku welat niha di nav rewşeke zehmet de ye, vê zehmetîyê jî mirovên ku di nav vê welatê de derdikevin dikaribin çareser bikin, ji bona vê tiştê me partîyê sazî kir. Ji xwe prensîba sazîkirina partîyê jî ev e. Mixabin eleqeya me bi wan kesên ku di maseyekê de ji xwe re cih çêdikin, an jî xwe nêzê hinek kesan dikin û ji xwe re cih çêdikin re tuneye. Şexsekî me yê ku em li cem wan bibin anjî bisekinin jî tuneye. Kesên ku ji bona vê welatê, ji bona milletê, ji bona vê memleketê, ji bo van ‘erdan xeyalan dikin ji bona me gelek bi qîmet in. Bi îzna Xwedê dema ku me kongreya xwe tertîp kir em ê partîyan zîyaret bikin. Di hişê me de ji bona pêşeroja Tirkîye fikrên me, ramanên me û xeyalên me hene. Dema ku Xwedê Teala bike nisîb em ê wan fikr û ramanên xwe bi wan kesên ku muxatabên me ne re belav bikin û rêya sêyemîn bikin pêşîya milleta me.”

Zekerîya yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî di daxuyanîyê de axivî û di axavtina xwe de bal li ser derheqê meseleyên memleketê de gerek dîyaloga di navbera partîyên sîyasî de hene berdewam bike kişand.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal li ser uslûba dijwar yê ku di sîyasîyê de heye jî kişand û weha got, “Em ji vê uslûbê gilîdar in. Em weha bawer dikin ku rayedarên wan partîyên sîyasî, dema ku li ser kamerayan, li ser medyayê xeber nedin û bi hevdû re bi rûberû xeber bidin ew ê meydan hinek nerm bibe. Di hinek meseleyan de dibe ku fikr ne yek be. Elbet ev tişt gerek bi normalî bê qebûlkirin. Ji ber fikr cudane ku partîyên sîyasî, rêxistîbûnên cûda tên sazîkirin. Ev tişt ne pirsgirêke lê gerek bi her partîyên sîyasî re mutleqe çareserîyên derheqê pirsgirêkên memleketê de hene bên axavtin, dîyalog çêbibe. Hetta gerek di hinek meseleyan de hevkarî bê çêkirin. Di memleketeke wisa ku gelek partîyên sîyasî hene de heqê tu kesê tuneye ku hemû kesan di ‘eynî fikrê de bide fikrandin an jî partîyên dinê bide li ser fikra xwe. Mixabin ji bona vê tiştê gerek micadele bê kirin feqet dema ku ev tişt bi temamî neyê çêkirin gerek di hevkarîyek de bê kombûn û ji bona vê kombûnê jî çareserî bên kirin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de ji partîyên sîyasî re jî ji bona ku pirsgirêkên memleketê bên gotûbejkirin dîyalogên di nav partîyên sîyasî de hene berdewam bike û ji ber vê yekê ji partîyên sîyasî re derheqê uslûba dijwar de bang kir û weha got, “Ji kerema xwe uslûba xwe nerm bikin, ji kerema xwe çêkirina dîyalogê di navbera xwe de biceribînin! Em difikirin ku bi îzna Xwedê dema ku ev tişt bê çêkirin ew ê vê rewşa ku millet di nav de ye hinek baş bibe, û em ev tiştî daxwazî dikin.”

Yapicioglu, ji ber mêvandarîya Partîya Rêya Millî ji wan re sipasîyan kir û ji partîyên dinê yên ku hatine sazîkirin re daxwazîya ser xêrê kir. (ÎLKHA)