Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê derheqê projeya Tirkîye ji bo “vegerandina bi dilxwazî” ya penaberên Sûrî de daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyanîya ENKS de weha hat gotin, “Di destpêka meha Gulanê de, Tirkiyê bi fermî destpêkirina projeya xwe (vegera dilxwazane) ragihand, weke ku ew dibêje, ji bo vegerandina milyonek penaberên sûrî ji bo wê û bicihkirina wan li sêzdeh komînên niştecihbûnê li hundirê axa Sûriyê li ser sînorên wê yên başûr. ji Ezazê li rojava dest pê dike heta Serêkaniyê (Ras al-Ain) li rojhilat.”

“Ev proje dikeve çarçoveya dersînorkirina penaberan û bandora guhertina demografîk”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin , “Tevî dema ragihandina vê projeyê, ku hevdem e ligel helmeta hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê û gengeşeyên ku di navbera aliyên hevrik di wê de têne kirin, nebûna jîngeheke ewle ji bo vegera van kesan bo cihên xwe. Nîşan dide ku ev proje dikeve çarçoveya dersînorkirina penaberan û bandora guhertina demografîk li wan deveran, wek ku li deverên din rûdaye, di nav de herêma Efrînê.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî, di heman demê de tekezî li ser mafê vegerê ji bo penaber û awareyên sûrî li kuderê bin, û li gorî biryara navdewletî 2254, ku dibêje (teqezî li ser pêwîstiya bilez ji çêkirina mercên munasîb ji bo vegera ewlehî û dilxwazî ​​ya penaberan û li hundir kesên jicîhûwarkirî ber bi herêmên xwe yên eslê xwe ve, û ji bo vejandina herêmên bandorbûyî li gorî hiqûqa navneteweyî.)”

“Encûmen bang li Tirkiyê dike ku dev ji vê projeyê berde”

ENKS di berdewama destnîşan kir ku ‘pêvajoyên guhertina demografîk li her beşekî ji erdnîgariya Sûriyê û ji her alî ve red dike’ û di berdewama daxuyanî de weha hat gotin, “Ew di vê projeyê de nakokî bi biryara navdewletî ya 2254 re, û paşguhkirina mafên penaberan û milkên wan ên resen dibîne, ji bilî nakokî û nakokiyên ku di navbera gelê Sûriyê de çêdike.

Ji ber vê yekê, Encûmen bang li Tirkiyê dike ku dev ji vê projeyê berde û bang li welatên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê jî dike ku helwestek zelal û eşkere li ser wê yekê werbigirin û lezê bidin aktîvkirina proseya siyasî ji bo dîtina çareseriyeke dawî ji kirîza Sûriyê re, ku garantî dike. vegerandina bi ewle ya penaber û kesên jicîhûwarkirî bo malên xwe li cihên xwe yên resen.” (ÎLKHA)