Li gorî medyayên ereb, topên ku ji alîyê sînora Iraq-Sûrîye hatine avêtin, li nêzê Baregaha Emrîqayê ya ku li Hesekeyê ye ket.

Hat îfadekirin ku di meseleyê de ne zirarek meddî pêk hat ne jî bi kesê tiştek nebû û piştî avêtina topan balafirên hewayî ya bêînsan yên aîdê Emrîqayê hatin firandin.

Ji teref Emrîqayê ve derheqê çalakîyê de tu daxuyanîyek nehat dayîn.

Çalakî ji teref kê ve hatîye kirin hê nayê zanîn.

Di meha Çileyê de heta niha baregah û tesîsên leşkerî yên Emrîqayê herî kêm 6 car hatine hedefgirtin. (ÎLKHA)