Ji bernameya ku him di nav welat de û him jî di derveyê welat de ew ê hunermend beşdar bibin re hemû xelqê Êlihê hatin de’wetkirin.

Ji teref Komîtîya Sazûmana ku konserê tertîp kirine ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ê di tarîxa 18ê Gûlanê roja Çarşembê de di seat 20.00an de li Qada Şerzan Kurt, bi beşdariya hunermendên îlahî ji Tirkiyê û derveyî welat Şahîya Muzîk ya Surûda Îlahîyê tertîp bikin. Ew ê bernameya me di Rehber TVyê de jî bi zindî bê weşandan û ji vê konserê re jî pîrek, zilam û hemû xelqê Êlihê de’wet dikin.”

“Bila vê şahîya me bibe wesîleya xêrê”

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Bi îzna Xwedê ew ê konsera me di nav helalîyê de derbas bibe û ew ê ji vê konsera me re jî him di nav welat de him jî di derveyê welat de hunermend beşdar bibin.  Em daxwaz dikin ku bila vê şahîya me bibe wesîleya xêrê. Em bi vê wesîleyê jî hemû xelqê xwe yên bi qîmet û bi qedr de’wetê şahîya ku ji teref xwendekarên Zanîngeha Êlihê ve tê tertîpkirin dikin.” (ÎLKHA)