Hat destnîşankirin ku li îstasyona Sant Boî de Llobregata ku 14 kîlometre dûrê bajara Barcelonaya Îspanyayê ye tirêneke barkeş û trêneke banlîyo li hev qelibîn.
Di encama qezayê de makînîstê trêna banlîyoyê canê xwe ji dest da, 2 jê giran tev de 85 kes jî birîndar bûn.
Piştî qezayê jî 100 kesên ku di nav trênê de bûn hatin tehlîyekirin.
Derheqê sebeba qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)