Li gorî daxuyanîya ku di hîsaba medyaya civakî ya Midirtîya Ewlehîya Bajar hat belavkirin de, ekîbên Şubeyên Micadeleya bi Sucên Narkotîkê li giştîyê welat di navbera tarîxa 9-15ê Gûlanê de operasyonan li dar xistin.

Di encama operasyonan de kîloyek û 900 grem esrar, 80 grem eroîn, 340 grem metamfetamîn, 279 grem kokaîn, hezar û 900 heb hebên ectacy û 9 hezar û 600 heb hebên sentetîk hatin bidestxistin.

Ji 332 şikdarên ku hatin binçavkirin jî ji wan 35 kes hatin girtin. (ÎLKHA)