Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya çarîyeka ewil a îsal hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di çarîyeka ewil a îsal de rêjeya bêkarîyê 0.1 puan zêde  bû û bêkarî derket ji sedî 11.4an.

Rêjeya îstîhdamê zêde bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di çarîyeka ewil a îsal de li gor  çarîyeka borî 188  hezar kes zêde bû û derket 29  milyon û 964 hezar kesan.(ÎLKHA)